Li Tirbê spiyê beşa ekolojiyê ji bo xwediyê hereqeyên ku bi rêbaza Elwiz kar dikin derfetê dide wan
Li gorî giştîkirina ku ji rêveberiya ekolojiyê hat ,komîteya ekolojî bi hevrêziya zabîteyê li ser hereqeyên ku bi rêbaza Elwiz kar dikin û ji bo rakirina hereqeyan an go wan li ser rêbaza eliktirîkê bizivîrînin derfetek da wan û yê ku ji rê derkevin dê bê muhasebekirin ji ber ku duyên hereqeyan ziyanê dide tenduristiya milet û jîngehê.
Wisa di giştîkirinê de hat
Ji bo hemûxwediyên hereqeyan li kantona Cizîrê , yên ku rêbaza Elwiz di hereqeyan de bikar tînin , em we agahdar dikin ku rêveberiya ekolojiyê derfeta heftiyekê didin hemû hereqeyan ku dev ji vê rêbazê berdin .
Derfet ji dema ku giştîkirin derdikeve dest pê dike .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya Tirbê spiyê .