Li gorî xwesteka komîna Kirasor şaredariya Elsiwêdiye pirojeya mayînên kevirgehê li gund pêk tine
Li gorî xwesteka komîna gundê Kirasor Fiqa şaredariya gel a Elsiwêdiye yê ku vedigere Dêrîkê li kantona Cizîrê ji bo ku welatî astengî di demsala zivistanê de nekşînin riya gundê Kirasor Fiqa bi heybera mayînên kevirgehê ve çaksaz kir .
Gundê Kirasor Fiqa bi /45/km dûrî Dêrîkê dikeve û ew vedigere navçeya Koçerat û derdorê /80/ malbat tê de bi cih dibin , ji ber vê yekê berî ku zivistan bê şaredariya Elsiwêdiye dest bi çaksazkirina riya gund kir .
Di vê derbarê de hevseroka şaredariya Elsiwêdiye Xaliye Şawîş ji ragihandina şaredariyê re wisa got : Li gorî xwesteka welatiyên gund me riya gund bi mayînên kevirgehê çaksaz kir . Herwiha dirêjiya rê /1/km ye û nirxê pirojeyê milyonek û sêsed hezar w.s ye.
Xaliye gotinê xwe berdewam kir û got : Me berî du rojan ev kar dest pê kirye û di demeke nêzîk de dê bidawî bibe û em li gorî derfetên ku ji me re qezenc dibin pirojeyan pêk tînin û ji bo armanca bingehîn ji çaksazkirina riyan Xaliye got : Armanca me ku em xizmete welatiyan bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin û astengiyên wan kêm bikin . Herwiha Xaliye tekez kir ku Hunersaziyên şaredariya gel a Dêrîkê sreperîşî li ser vê pirojeyê dikin .
Di vê derbarê de jî hevserokê komîna gund Ebdilkerîm Keleş ji ragihandina şaredariyê re wisa got : Me ji şaredariya Elsiwêdiyê nivistiyek ragihand û li gorî wê nivistiyê şaredariya gel pirojeya çaksazkirina rê bi mayînên kevirgehê dirêj kir .
Di dawiyê de hevseroka komînê spasiya şaredariyê kir û ew bihêvî ye ku di demên pêş ve pirojeyên wisa bikar bînin .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Dêrîkê