Di bin dirûşmeya ” Paqijiya bajarê min ji erkê min e ” şaredariya Zerganê bingava agahdariyê li dibistanên bajarokê rêdixe
Li Zerganê komîteya jinê û beşa ekolojiyê yê şaredariya gel bingava agahdariya paqijkirina bajarokê û belavkirina birişorên taybet bi ekolojî dest pê kirin .
Herwiha bingava agahdariyê çend rojan domand û li dibistanên bajarokê belavbû .
Berpirsyara jinê û berpirsyarê beşa ekolojiyê yê şaredariyê tekez kirin ku armanca bingavê ji bo hişyarkirina welatiyan û bi taybet xwendekaran bi giringiya paqijiyê û parestina jîngehê ji bo rê li nexweşiyan bigirin û ji bo ku taxeke xweşik û jîngeheke paqij bi dest bixin .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Zerganê