Li herêma Cebel kezwanê desteya şaredariyan ji bo damezrandina şaredariya gel xwe amide dike .
Piştî ku civîn ji hêla desteya şaredariyan û ekolojiyê û şaredariya gel a Tiltemirê û rêveberiya xeta Cebel kezwanê ve hat lidarxistin , niha ji bo damezrandina şaredariya gel li herêma Cebel kezwanê xwe amide dikin , ji ber ku pêwîstiyên welatiyan bi xizmetê hene .
Herwiha rêveberiya şaredariya gel a Tiltemirê bi hevrêziya desteya şaredariyan û ekolojiyê û hevserokatiya tev demê bi welatiyên herêma Cebel kezwanê re ji bo şîrovekirina girêngiya damezrandina şaredariya Elxura civînek lidarxist.Di riyacivînê de şert û mercên tevîlbûna karmendên ên ku dikin di şaredariyê de kar bikin û ji bo rêbazên karê beşên şaredariyê (dîwan , diravî , xizmetî , setûmanî , hevserokatî ) anîn ziman .Di vê derbarê de ji bo hevserokatiyê hilbijartineke bi awayekî demoqratîk hat çêkirin ji bi ku şaredarî bi awayekî fermî bi karêxwe rabe . Di dawiya hilbijartinê nave Firyal Ehmed ELî û Selah Mendîl Xilêf ji bo hevserokatiyê hat hilbijartin .
Nivîsgeha ragihandê yê şaredariya Tilxelef .