Li Serêkaniyê di malekê de kuncaleke mezin bi kûraniya 20 m çêbû .
Îeo sibê li Serêkaniyê , li taxa Ronahiyê hilweşandinek di bin mala welatiyekî de çêbû , lê belê ziyan li malbatê nebû . Sedema hilweşandinê vedigere ku xwediyê male xwaniyên xwe nûjen dikir , ji ber vê yekê kuncaleke kûr bi awayekî xurt çêbû .
Di vê derbarê de li Serêkaniyê rêveberiya hûnerzaniyê yê şaredariya gel bi alîkariya desteya parestina şûnwaran li kantona cizîrê lêkolînek pêk anîn. Berpirsyarê rêveberiya hûnerzaniyê Ciwan Ebdilezîz dibêje :Sedema hilweşandina axê vedigere ku di wê perçeyê erdê de wekî bîrekî bi av bi kûraniya 20 m û pehnayî 3 m hebû , û ev mal li ser erdekî sist ava bûbû û kuncalên binerd (karistiye ) tê de gelekin .
Ciwan Ebdilezîz agahiyan dide û dibêje : Ev ax bi avê û nerihê hevdu digre , dema ku zûha dibe pirsgirêkîn hilweşandinê çêdibin .
Ciwan Ebdilezîz tekez dike ku agahî dan malbatê ku xaniyê xwe vala bikin ji bo ewlehiya wan , heta ku çareseriyekê ji kuncalê re dibînin .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteyê 18/7/2017 .