Rêveberiya ekolojî li Tilbhemîsê ji bo nexweşiya ( Leşmaniya ) belav nebe gelêşgehekê ava dike
Ji bo ku nexweşiyên veguhastinî li Tilhemîsê belav nebe rêveberiya ekolojî yê desteya şaredariyan û ekolojî pirojeya avakirina gelêşgehekê dest pê kir û ev jî piştî ku dermanê kêzikan pijiqandin .
Di vê derbarê de berdefkê rêveberiya ekolojî Laleş Silêman wisa got : Ji bo ku nexweşî belav nebe û bi taybet li herêmên rizgarkirî , me pirojeya avakirina gelêşgehekê li bajaroka Tilhamîsê dest pê kir . Her wiha ev gelêşgeh dûrî bajarkêbi /8/ km û bi dirêjiya /500/m û pehnahiya /25/ m hat avakirin .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojî