Şaredariya gel a Amûdê beşa pêjiyanê nangeheke xwegerî bi mora mûmî digre
Di gerîna gerdarî de beşa pêjiyanê ya şaredariya gel a Amûdê nangeheke xwegerî piştî gelek mûxalefe ji xwediyê nangehê ji ber ku bi zagonên pêjiyanê ranabe bi mora mûmî hat girtin .
Her wiha hinek heyberên mezaxtkerê jê /12/ qutîk terabîş û xwediyê wê hat mûxalefekirin . Her wiha firoşgehekê mirîşkan ji ber ku lîsteya nirxê nehatibû daleqandin hat mûxalefekirin .
Di vê derbarê de berpirsyarê beşa pêjiyanê B. Mihemed Welî wisa got : Gerînên me berdewam e û qomîteyek ji bo van gerînan heye .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Amûdê