Desteya Şaredariyan û Ekolojî bi beşdarbûna hemû desteyan ji bo paqijî û çandina daran bingavekê bi rê ve dibe
Desteya Şaredariyan û Ekolojî bi hemû desteye û saziyên bajêr re ji bo bingava paqijî û çandina daran ên ku di bin dirûşmeya ” Em ji welatê xwe hez dikin ,emê paqij bikin” de civînek li dar xist .
Di civînê de li ser rewşa paqijî û çawaniya bikaranîna xalên girîng ji bo jîngehek paqij û her wiha rola sazî , deste û komînan ji bo parestina jîngehê gengeşeyek hat kirin .
Di dawiya civînê de ji bo destpêkirina bingava ku di şeş mehan de dê berdewam bibe daxweyanî hat xwendin .
Daxweyanî :
Di hewldana avakirina civaka ekolojî ya azad de û baweriya me bi felsefeya me ya rêveberiyê de, ew felsefek e ekolojî baş e .Em di desteya şaredariyan û ekolojî li herêmê Cizîrê de û hevkarîya hemî saziyên sivîl ji bo bingava paqijiyê û di bin dirûşmeya ” Em ji welatê xwe hez dikin , emê paqij bikin ” de radighînin .
Ev bingav pirogramên wiha hemêz dike :
Desteya Şaredariyan :
1_ Belavkirina birişorên hişyarkirinê ji bo diyarkirina demên avêtina gelêşê .
2_Amedekirina filêks û depên xweger .
3_ Birêxistina erebeyên gelêşê û ji hêla zabîteyê bê şopandin.
4_ Li navçeya Mizgeftê /500/ dar bên çandin û ji hêla desteya abûrî bên avdan û parestin .
5_ pirsgirêka gelêşgeha ( Dirbasiyê , Amûdê û Hesekê ) bê çareserkirin û dar lişûna wan bên çandin .
6_ Bingava çandina /300/ dar bikar bînin.
7_ Li hemi saziyan semîner bê lidarxistin .
8_ Paqijkirina hemû riyên giştî û bajêr .
Nivîsgeha ragihandinê yê Desteya Şaredariyan û Ekolojî