Li kantona Cizîrê rêveberiya ekolojiyê pirogramekê ji bo çandina çanda paqijiyê bi rê dixe
Paqijî çandeke ji şarestaniyê ye û beşek nayê cudakirin ji civaka pêşketî .
Di bin dirûşmeya ” paqijiya bajarê min ji erkê min e ” desteya şaredariyan û ekolojiyê rêveberiya ekolojiyê û bi hevrêziya rêveberiya jinê yê di rêveberiya xweser de bingaveke paqijiyê li hemû bajar û şaredariyên kantonê bi rêxistin.
Herwiha bingava paqijî li bajara Qamişlo ji bazirgeha Hutînê li taxa rojavayê bi hevrêzî tev hersê şaredariyên Qamişlo dest pê kir . Ev bingav ji bo hişyarkirina welatiyan bi giringiya paqijiyê û jîngeheka paqij hat rêxistin . Di vê derbarê de ji bo parestina jîngehê û çawa ku em gelêşê bi awayekî saxlem xelas bibin ji bo rê li nexweşiyan bigirin birişor hatin belavkirin .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojî