Ekadimiya pêşxistina ekolojî û şaredariyan bîranîna şehîd Azad Riha bi bîr anîn .
Azad Riha /21/ sal ji jiyana xwe di zindanên dagirkerên turkiyê de qedandibû , lê belê tu carî ji doz û vîna xwe ji tîkoşînê re venegeriya û piştî ku ji zindanê azad bû tevlî ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû ji ber ku di bin şkenceya dijmin de bû lê riya berxwedanê berdewam kir .
Ji ber ku salek ji nejiyanbûna şehîd Azad Riha re ekadimiya pêşxistina ekolojî û şaredariyan bi amedebûna hemû endamên desteya şaredariyan û ekolojiyê û şaredariyên Qamişlo bîranîna şehîd Azad Riha bi bêşîranîn. Di çarçoveya merasîmê piştî ku li ser giyana şehîdan sekinîn heval Rojhat Roj misteşarê desteya şaredariyan wisa got : Şehûd Azad Riha wekî pêtekî di dîroka têkoşînê de bû , hesinên zindanê û nexweşiyê bi wî nikarî bû lê hîn jî vîn û eşqa wî ji berxwedanê re pir kir.
Herwiha şehîd Azad Riha piştî ku ji zindanê azadbû riya têkoşînê û xizmeta doza kurdan hilbijart û hat Rojavayê û di şaredariyan de kar kir û yek ji damizînerên şaredariya Qamişlo yê rojhilat bû , û di ekadimiya pêşxistina ekolojî û şaredariyan rêveber bû û bihtirî /18/ dewreya fikrî û perwerde pê rabû .
Herwiha gelek hevalên wî li ser rihê hevalê û rastiya wî û hezkirina ku di nav wan de çandibû axifîn .
Hêjayî gotinê ku şehîd Azad Riha di sala /1972/ an de li bajarê Mêrsînê ji dayîk bûye, keçek wî yê ku piştî salekê ji dayêşîkbûbû nedîtibû hebû .
Şehîd Azad Riha berî ku jiyana xwe ji dest bide bi sê rojan birin başûrê kudistanê ji bo ku derman bibe lê çerxa felekê xayîn bû ku di 19 rezberê sala 2016 an de jiyana xwe ji dest da û dîroka berxwedanê bi dawî kir lê berî ku jiyana xwe ji dest bide dixwest ku bedena wî li ciyayên qendîlê bê wêrandin
Nivîsgehên ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê