Saziya Rojava ya Riklaman
Saziya Rojava saziyeke li kantona Cizîrê ye ji bo riklaman peyda bûye, û vedigere desteya şaredariyan û ekolojiyê .
Armanca saziyê yê sereke navên dîrokî û resen ê herêmên rêveberiya xweseriya demoqratîk vejîn bikin û nave erebî ku li navçeyên rojavayê kirin rakin . Piştî ku biryara bi hejmara /521/ an di dîroka 24 ê pûşperê sala 1974 an de yê ku Elhîzam Elerebî li Dimeşqê ji hêla rêveberiya rêjîma Bais radigihîne ku dixastin nave bajarê kurdan wergerînin û bikin nave erebî .
Herwiha ev biryar ji hêla rêveberiya rêjîma bais hat meşandin , lê belê piştî ku rêveberiya xweseriya demoqratîk hat damizrandin ev biryar hat guhartin û biryareke nû hat meşandin ku navên resen vegerînin van bajar û gundan û bi sê zimanan werin nivîsandin (kurdî, erebî , suryanî ) ji bo ku hemû neteweyên herêmê di avakirina sîstema rêveberiya xweser beşdar bin û sîstema nicadperest tune bikin .
Di vê çarçoveyê de gelek komîte ji bo ku bi vî karî rabin hatin birêxistin û saziya rojava yê ku serperîşiyê li ser guhartina nave erebî û kolan û taxan bi hejmar û bi navên kesên pakrewan û rewşenbîr û kesayetên niştîman û rêberan bi nav kirin . Herwiha navê navçe , bajar , çiya û çeman hatin guhartin û navine li gorî li hevkirina pêkhatiyên herêmê lê hatin kirin .
Herwiha ev kar bi hevrêziya encûmenan û navendên wergerandinê û hinek ji saziyî û navenda riklamê li hemû bajarên kantonê komîteyên pispor birêxistin , ew komîteyan ji nûnerên mala gel ,şaredarî , encmena malbatên şehîdan , kongura star û rêveberiya perwerdê ve pêk tên . Erkên van komîteyan lêstê navan birêdixin ji bo ku sazî van navan bibin û bi pejrandina netewên navçeyê bikin arme.
Çawaniya karê saziyê :
1_ Nav hemû bajar û bajarokên rojavayê vegerînin nave wan ê resen û bi her sê zimanên herêmê binivisînin .
2_ Kolan , mal û qadan bi her sê zimanan bi nav hejmar bikin .
3_ Dibistan , paymengeh , zaningeh û baxçeyên zarokan bi nav bikin .
4_ Qad û parkan bi nan bikin.
Herwiha sazî bi hemû helkeftên taybet û giştî li gorî bingeha wê û karê di çarçoveya riklamê ji saziyên taybet re radibe .
Hêjayê gotinê ku nave bajar ,gund , komîn , kolan û qadan û hemû saziyên fermî bi sê zimanan (kurdî , erebî , siryanî ) tên nivîsandin . Lê belê nave derdora bajaran û deriyê sînoran bi çar zimanan ( kurdî , erebî , siryanî , ingilîzî ) tên nivîsandin .
Diçarçoveya saziyê de cegera hevserokatiya desteya şaredariyan û ekolojiyê heval Rûken Mihemed wisa got : Bi damizrandina beşên nû yê desteya şaredariyê kar û baerê wê ber fireh bûn , herwiha beşa riklamê bi nave saziya rojava hat damizrandin . Karê vê saziyê siyaseta tarîbê yê ji hêla sîstema baisê ve li ser herêmên rojavayê hatiye meşandin rake û zimanê dayîkê çi kurdî çi siryanî be vegerîne , ji bo ku çanda jiyana hevbeş di nav neteweyên herêmê bêm belavkirin .
Herwiha di vê derbarê de rêveberiya saziya rojava Mihemed Şerîf Mihemed wisa got : Me ev kar di dawiya sala 2015 an de dest pê kir û yekemîn cihê ku navên wan hatin guhartin ji gundin ji bajarê Dêrîkê dest pê kir heta bajarê Serêkaniyê ,herwiha heta niha /70/ gund arme lê hatin dalqandin û /70/ gundên din jî arme di demên bê de dê bên dalqandin û di bajarê Til Temir de û hinek ji tax û kolanên bajarê Qamişlo arme hatine dalqandin .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê .