27 endam ji beşa desteya şaredariyan ûşaxên wê perwerdeyeke li ser çawaniya rêvebertiyê distînin
Li desteya şaredariyan û ekolojiyê ekadimiya pêşxistina ekolojî û şaredariyan û bi hevrêzî tev kongira star re perwerdeyeke fêrkirinê li ser çawaniya rêvebertiyê û karê wê ji bo jinên ku di desteyê de kar dikin lidarxistin .
Herwiha di perwerdê de /27/ endam amide bûn û di heftiyekê de berdewam bû .
Di vê derbarê de waneyên devokî û piratîkî ji hêla komîteya perwerdê yê kongira star ve dihatin dayîn û li gorî pirogirama semînerên fêrkirina rêvebertiyê di destpêkê de li ser civaka xwezayî û çawaniya rêvebertiyê bi awayekî giştî hatin dayîn û piştre li ser sîstema rêvebertiyê li cem şaristanniyên kevin û karê rêvebertiyê hatin dayîn.
Di vê derbarê de pesna rêveberê serkeftî û çawaniya hevserokatiyê û çawa di saziyên rêveberiya xwesr de bikar bînin hatin şîrovekirin .
Di dawiya perwerdê de ji endaman re ezmûneke piratîkî hate bikaranîn .