Rêveberiya ekolojiyê bi beşên şaredariyên Qamişlo ji bo şopandina karê paqijiyê li bajêr civînek li darxistin.
Rêveberiya ekolojiyê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê bi hemû beşên şaredariyên Qamişlo ( mezin , rojava , rojhilat ) re ji bo şopandina karê paqijiyê li bajêr civînek li darxistin .
Herwiha di civînê de li ser giringiya paqijiyê ji bo parestina hawirdorê û xweşikbûna bajêr gengeşe kirin û li ser xalên sereke peymanek danîn :
1_ Divê hemû şaredarî li gorî sîstema rêxistinê karê xwe bi pêş bixin û hevrêzî di navbera wan de hebe ji bo ku hevsengî di kar de çêbe .
2_ Bernameyên hişyarî ji bo ekolojiyê li hemû komîn û encûmenan bi awayekî gerdarî lidarxin .
3_ Bernameyan ji bo pêvejoya hişyariyê li bazara gurankaran lidarxin .
4_ Ji bo parestina ekolojî û hawirdorê ji bo xweşikbûna bajêr semîneran lidarxin .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê li kantona Cizîrê