Li Qamişlo /140/ keç û lawik tevlî baxçeya Ş. Awaz û Ş. Ararat dibin
Zarok bingeha jiyanê ne û kulîlkên li ser rûyê erdê ne .
Nivîsgeha jinê yê şaredariya Qamişlo ya rojava û rojhilat serperîşî li ser du baxçeyên zarokan kirin . Ev baxçe bi nave baxçeya Ş. Awaz û baxçeya Ş. Ararat e .
Herwiha nivîsgeha jinê yê şaredariya Qamişlo ya rojhilat li ser baxçeya Ş.Awaz geriyan û çawaniya kar û tevlîbûna kadirê baxçeyê û çawaniya avahiya baxçeyê şopandin .
Di vê derbarê de serperişa baxçeya Ş. Awaz Semîra wisa got : Fêrkirin û parestina zarokan erkê me ya sereke ye ku bale me dikşîne û hejmara zarokandibaxçeyê de/90/ zarokin li /3/ refan li gorî asta temenê wan belav bûne , ûem zarokan fêrî tîp , hejmar û wêneyan dikin .
Herwiha li baxçeya Ş.Ararat li taxa cûdî rêvebera baxçeyê Leyla rave kirk u zarokan ji gelek taxan ji demjimêra heft û nêvê sibehê kom dikin , û hejmara zarokan digihêje /50/ zarok û em wan fêrî tîp û hejmaran dikin û bihinvedanê didin wan ji ku bo zarok bi hev re bilîzin . Bi vî rengî em têkêliyekê di navbera wan de çêdikin.
Di dawiyê de herdu serperişên baxçeyê tekez kirin ku alavên lêstokan û ref kêm in û ev jî dibe sedemê ku nikarin zarokan bi hejmarekê mezin tevlî baxçeyê bikin
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariyên Qamişlo .