Şaredariya Qamişlo a rojhilat cokên avê ji bo amedebûna zivistanê paqij kirin
Ji ber ku bûyera sala borî dema ku baran gelek bariya bûbû cokên avê hatin girtin û di sedema wê de gelek ziyan li welatiyan bûbû , şaredariya Qamişlo pêvejoya paqijkirinê ji cokên avê re bi alîkariya kedkar û alavên şaredariyê dest pê kir.
Di vê derbarê de endamê beşa cokên avê Hisên Hesen wisa got : Em karê xwe li gorî xwesteka welatiyên komînên ku vedigere erdnîgariya navçeya rojhilat li Qidûrbek , komîna Ş. Rêdûr ,Şiyar ,Lewend û Zekî û herwiha li kolana komîn Ş. Ferman û Dewara Sonî heta Dewara Şerq pêk tînin û me /30/ cokên avê vekirin.
Herwiha vekirina cokên avê li kolana Elekrad û komîna Ş. Ferhan berdewam e û heta dawiya meha cotmehê didom e .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya Qamişlo .