Nivîsgeha jinê yê şaredariya rojhilat a bajarê Qamişlo li ser cadeya Elsiyahî baxçeya Kebriyêl vrdike
Piştî ku rola hevserokatiyê hat avakirin gavên cuda cuda di karê şaredariyan de bi taybet di mile pêşkêşkirina xizmet û pirojeyan hat pêşketin û bi hevrûkirina karê berê û êarên niha de gelek pêşketin di karê jinê de çêbûye . Herwiha nivîsgeha jinê yê şaredariya rojhilat a bajarê Qamişlo û bi serperişiya hevserokatiya şaredariyê heval Cîhan Yosif pirojeya baxçeya Kebriyêl piştî ku ji teqînên ku di salên borî de tê de çêbûbûn paqij kirin hat vekirn .
Şaredarî ev baxçe ji bo welatiyên bajarê Qamişlo bihna xwe tê de vekin û ji bo ku rengekî xweşik dide bajêr vekirin . Herwiha di vekirina baxçeyê de endamên şaredariyên Qamişlo ê mezin , rojava û rojhilat û hinek ji endamên saziyên civaka sivîl û yekîniya kobiratîvan û welatiyên navçeyê amedebûn , herwiha ahenga vekirina baxçeyê bi govendên kurdî bi dawî bû .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya rojhilat a bajarê Qamişlo .