Şaredariya Qamişlo ya rojhilat li Elaye bingavek ji bo kedîkirina ajalan pêk tine
Piştî gelek gazinc ji hêla welatiyên taxa Elaye ji bo kedîkirina sewalan li cihê nişteciyê hatin , hevserokê şaredariya Qamişlo beşa zabîte ji bo rêxistina rêbaza kedîkirina ajalan û bi hevrêziya komînan ji bo hişyarkirina welatiyan nîşa kir .
Herwiha roja pêncşemê di dîroka 5/10/2017 an de endamên zabîte yê şaredariya Qamişlo gerînên rojene li taxa Elaye dikin û hişyariyan didin welatiyan ku ajalan di male xwe de xwedî nekin û encamên kedîkirina ajalan li cihên nişteciyê şîrove kirin , weke veguhaztina nexweşiyên ê ku ji ajalan vediguhize mirovan . Ji xeynî vê bermahiyên sewalan dema ku kom dibe û di encamê de bihna ne baş derdikeve û ziyanê li cokên avê dike .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya Qamişlo .