Şaredariya Çilaxa ji bo pijiqîna dermanê kêzikan bingaveke di /20/ rojan de bi rêve bir .
Li Çilaxayê şaredariya gel ji bo pijiqîna dermanê kêzikan li bajaroka Çilaxayê û gundên wê û bi hevrêziya beşa tenduristiyê û kopratîva Aras Elxeyriye ji bo ewlehiya milet ji nexweşiyên ku kêzik û mêş vediguhizînin bingavekê bi rê ve dixin .
Herwiha bi serperîşiya berpirsyarê komîteya tenduristiyê Fehîm Diyab ji bo pijiqandina dermanê kêzikan li navendên leşkerî û sivîlî û li taxên bajarokê /60/karker belav kir.
Herwiha ev bingav di /20/ rojan de didome û dê berê xwe bide gundê Çilaxa .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Çilaxa.