Li kantona Qamişlo vekirina kargehek a çareserkirina gelêşan
Di çarçoveya pirojeyên ku şaredariya gel a Tirbespiyê pê radibe û pêwîstiyên herêmê bi kargeheke çareserkirina gelêşan ve heye , şaredariya Tirbespiyê bi hevrêziya rêveberiya ekolojî ya desteya şaredariyan û ekolojiyê kargeha Nûjiyan ji bo çareserkirina gelêşan vekirin.
Di vê derbarê de hevseroka desteya şaredariyan û ekolojî Sema Begdaş tekez kir ku serkeftina vêkargehê dikeve ser mile jinê ku çawaniya rêxistina gelêşê di hinder male de bizanibe . Her wiha gelek daxwanî hatin dayîn .
Di dawîyê de ji hêla hevserokê şaredariya gel a Tirbespiyê ve diyarî li ser endamên ku bi vê pirojeyê rabûn hat belavkirin.
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Tirbespiyê