Li Çilaxayê beşa agirkojiyê agir li malekê vemirand.
Beşa agirkojiyê yê şaredariya gel a Çilaxayê , îro sibehê roja pêncşemê di dîroka 21/9/2017 an de li malekê agir vemirandibû .
Sedema vêxistina agir , kabilên eliktirîkê gihaştibûn hev û mal bi tevahî hatibû şewitandin .Herwiha erebeya agirkojiyê bi awayekî lazgînî gihaşt cihê bûyerê û bi alîkariya welatiyan agir vemirandin
Di vê derbarê de şaredariya gel a Çilaxayê şûnwarê şewitandinê tune kir û weke qerebûkirinekê ji xwediyê mala ku hatibû şewitandin alîkariyekê dane wî .