Karê desteya şaredariyên kantona Cizîrê ji bo hilbijartina komînan .
Piştî ku li Rimêlanê ji bo îqrarkirina parvekirina rêveberiyê û zagonê hibijartina fidraliya demoqratîk a bakurê Sûriyê civînek hat lidarxistin , roja 22 yê di meha rezberê de roja hilbijartina komînan hat nîşankirin .
Komîn çûktirîn yeketî di sîstema fidraliyê de ye û li ser bingeha hevbeş û demoqratîk ava bûye .
Di vê derbarê de desteya şaredariyan û ekolojiyê yê kantona Cizîrê û hemû şaredariyên ku vedigere wê ji bo ku ev gava bi serkeve gelek çalakî kirin wekw li ser sîstema komînan û çawaniya hilbijartinê û girîngiya wê li hemû pêkhateyên herêmê çikurd be , çi ereb be û çi siryan be semîner dihatin lidarxistin .
Herwiha şaredariyên herêmê bi bingavên riklaman ve rabûn û armeyên ku li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş tekez dike dalaqandin û ji bo ku bi ahengan rabin hevrêzî bi encûmenên xwecihiyê çêbûn .
Herwiha bi saya vê helkeftê de desteya şaredariyan û ekolojiyê li ekadimiya pêşxistina ekolojî û şaredariyan ê bajarê Qamişlo di roja çarşema borî ahengek çêkirin .
Hêjayî gotinê ku di meha bê de hilbijartina rêveberiya xwecihiyê dê bê damezrandin .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê.