Şaredariya Tilbirakê ji bo pêwîstiyên welatiyan pêk bînin yekemîn nangehekê vedi
Li Tilbirakê rêveberiya pêjiyanê ji bo pêwîstiyên welatiyan pêk bînin yekemîn nangehek vekir.
Ev nangeh yekem ji karê ku desteya şaredariyan û ekolojiyê l kantona Cizîrê û bi taybet li herêmên rizgarkirî pêk tine. Herwiha piştî ku bajaroka Tilbirakê bi saya yekîniya parestina gel û yekîniya parestina jinê (YPG û YPJ) ve ji çeteyên Daişê hat rizgarkirin û piştî ku welatî vegeriyan cihê xwe desteya şaredariyan li Tilbirakê ji bo ku pêwîstî û berjewendiyên welatiya pêk bînin şaredariya gel damizrandin .
Herwiha desteya şaredariyan hewil da ku avê qezenc bike û piştre di riya cihkirina xatasê avê li westegeha Azanê asta avê bilind bike ji bo ku navçeyê têr av bike.
Herwiha Piştî ku çeteyên Daişê nangeha Tilbirakê wêran kirin desteya şaredariyan roja pêncşemê di dîroka 5/10/2017 an de li Tilbirakê bi hevrêziya şaredariya gel û encûmena Tilbirakê ji ber ku pêwîstiyên gel bi nên heye û ji ber ku nangeheke mîkanîk tune ye yekemîn nangehekê vedikin .
Di vê derbarê de rêveberê pêjiyanê yê ku serperîşî li ser nangehê kir Ismayîl wisa got : Piştî ku bajaroka Tilbirakê ji çeteyên Daişê hat rizgarkirin , em li ser welatiyan geriyan û pêwîstiyên wan pêk anîn bi taybet heybera nan ji ber ku nangeha bajarokê ji hêla çeteyan ve hatibû wêrankirin , ji ber vê yekê me nangeha wan çaksaz kir û alavên nangehê bi dest xistin . Niha jî ji bo ku pêwîstiyên welatiyên bajaroka Tilbirakê û gundên ku vedigere bajarokê pêk bînin nangeh bi awayekî rêxistinî dixebite.
Di vê derbarê de berpirsyara rêveberiya pêjiyanê Nûra Ibrahîm wisa got: Qasiya nangehê ji êrd digihêje /20/ tun jê /5/ tun di rojene de digihêje nangehê , lê belê di rojên pêş de ligorî pêwîstiyên welatiyan dê bê zêdeêirin .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê li kantona Cizîrê.