Li çiyayê Kezwana yekemîn nangehek ji bo pêdîviyên welatiyan hemêz bikin hat vekirin
Desteya şaredariyan û ekolojî bi hevrêziya şaredariya gel a Tiltemirê û encûmena çiyayê kezwana yekemîn nangeheke xweger li herema çiyayê Kezwana vekirin .
Her weha ev nangeh xizmete /55/ gundî dike ji ber ku li wê herêmê nangeh tune ye ûev nangeh bi /80/hezar dolar hat nirxandin û hêza wê di rojê de /6/ tun e .
Vekirina vê nangehê dikeve çarçoveya gelek xizmetên ku ji wan gundan re tê pêşkêşkirin .
Di vê derbarê de endamê beşa zabîteya pêjiyanê yê desteya şaredariyan Mihemed Hersan wisa got : Me gelek astengî dîtin dema ku me alavên nangehê bi dest xistin , lê belê ev nangeh bi awayekî dirist hat amedekirin û berhema nangehê di rojê de /5700/ rebite nan e û hejmara karmendan /15/ kesin jê karmendên jin jî hene .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojî