Cozêf Lehdo ” Gel dikare di çarçoveya rêveberiya qemoqratîk de xwe bi xwe bi rêve bibe “
Hevserokê desteya şaredariyan û ekolojî yê herêma Cizîrê Cozêf Lehdo liser rol û girîngiya hilbijartina rêveberiyên xwecihî wisa got : Ev hilbijartin girîngiyeke wê yê dîrokî heye ji ber ku hilbijartina rêveberiya xweser a xwecihî ye û ev jî tê wateya ku gel dikare xwe bi xwe bi rêve bibe di çarçoveya rêveberiyeke demoqratîk de û bi sîstema netewa demoqratîk re hevrêz e .
Her wiha li ser damezrandina rêveberiya xwecihî Cozêf tekez kirk u di despêkê de ev rêveberî weke komîteyên xizmetê bûn ji bo xizmeta gel bikin lê piştî damezrandina rêveberiya xweseriya demoqratîk di sala 2014an de weke deste û sazî ji bo xizmete gel hat avakirin û yek ji wan desteyan desteya şaredariyan û ekolojî yê ku xizmetê ji milet re pêşkêş dike weke riyan , cokên avê û pêdiviyên gel ji av û nên re bi dest dixin .
Di sala 2015 an de hilbijartina yekemîn a encûmenên xwecihî û şaredariyan çêbûn û niha jî di pêvejoya duyemîn de hilbijartina encûmenên xwecihî li ser asta bajar , bajarok , herêm û kantonan weke gaveke girîng û bingeh tê hesbandin .
Her wiha Cozêf hemû welatî ji bo deşdarî vê hilbijartinê bibin vexwandin .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojî