Rêveberiya jinê yê desteya şaredariyan bi nivîsgehên jinên şaredariyên herêma Cizîrê re civînek li darxist
Rêveberiya jinê yê desteya şaredariyan û ekolojî bi hemû nivîsgehîn jinên şaredariyan re ji bo diyarkirina rewşên jinan ên rêxistinî bi taybet di pêvejoya hilbijartinê de civînek li darxist .
Di civînê de rapora giştî ji hêla nivîsgehên jinên şaredariyan hatin xwendin . Her weha di raporê de li ser rewşên rêxistinî û pirojeyên taybet bi jinê û çawaniya çareserkirina pirsgirêkan anîn ziman .
Her weha li ser rola nivîsgehên jinê di pêvejoya hilbijartinê de yê ku di demên nêzîk de dê bê li darxistin û yê ku hevserokê şaredariyan demekî ji kar disekinînin heta ku hemleya hilbijartinê bi dawî dibe ji ber vê jî nivîsgeha jinê bi karê wan radibe heta ku tên hilbijartin li ser karê xwe disekinin anîn ziman .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojî