Şaredariya Dêrikê riya gundê Elcarûdiye bi mayînên kevir dirêj dike
Bi hatina demsala zivistanê û ji bo kêmkirina astengiyên niştecihên gundê Elcarûdiya şaredariya gel a Dêrikê pirojeya dirêjkirina mayînên kevir li riya giûtî ya gund pêk anîn .
Di çarçoveya pirojeyê de endamê nivîsgeha hunersaziyê Hesen Mihemed wisa got : Me bi vê pirojeyê ji sê rojan de dest pê kiriye û dirêjiya rê /7/m û firehî /6/m û qasiya mayînê kevir yê ku hat dirêjkirin/3800/m kap . Ev piroje bi /9120000/ hat nirxandin.
Her weha ev piroje ji hêla şaredariya gel û bi hevrlzî û alîkariya komîna gund hat kirin û xizmete /60/ malbatî dike .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Dêrikê