Ji bo şideta li ser jinê bi hezaran ji miletê herêma Cizîrê derketin rêwîngiyê .
Li herêma Cizîrê bi hezarên milet ji bo roja jiyanê ya şideta li ser jinê derketin rêwîngiyê .
Her wiha hemû sazî û desteyên rêveberiya xweser a herêma Cizîrê beşdarî vê rêwîngiyê bûn .
Di vê derbarê de hevseroka desteya şaredariyan û ekolojî Sema Begdaş wisa got : Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hat nasîn û di despêka meha mijdarê de em bi çalakiyên xwe ji bo şideta li ser jinê radibine û iro em bi vê rêwîngiyê radibin ji bo ku ew tundî û desthilatdariya ku li ser jinê tê meşandin rakin û emê vê têkoşînê berdewam bikin .