Şaredariya gel a Dêrîkê riya gundê Qesir Dêb qêr dike
Şaredariya gel a Dêrîkê û bi alîkariya şaredariya gel a gundê Bene Qesir û komîna gund riya gundê Qesir Dîb bi dirêjiya /3,7/KM û bi pehiahiya /3/m û bi stûrahiya /7/cm e.
Ev rê riyeke sereke ye ku di navbera riya gundê û riya Dêrîkê_ çavkaniya Dîwarê ve têkiliyekê çêdike .
Herwiha
Şaredariya Dêrîkê û komîteyek ji saziya rojava yê xizmetê vê pirojeyê pêk anî.
Nirxê pirojeyê /7/ milyon w.s û qasiya qîra ku hat bikar anîn/800/m kap .
Piştî ku ev piroje bi dawî bibe karê qîrkirinê li hawirdorê bajêr riya bakur ( Dêrîk _ Qamişlo ) û riya rojhilat ( riya Elzihêriya ) dê bên qîrkirin û çi pêwîstî bi çaksazkirinê hebe dê bên pêk anîn.
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Dêrîkê.