Li Girkê legê rêveberiya avê xeta avê yê westegeha Sefanê çaksazkirin
Li Girkê legê gundê Girkê dêrê rêveberiya avê yê şaredariya gel xeta avêyê sereke li westegeha Sefanê ku ji hêla kesên ne diyar ve hat xirabkirin çaksazkirin .Ev xet ji westegehê dest pê dike û di Girkê legê , Çi axa, Tirbêspiyê de derbas dibe û li Qamişo bi dawî dibe , piştî ku rojekê hat seknandin ji hêla rêveberiya avê ve hat çaksazkirin .
- Di vê derbarê de hevserokatiya rêveberiya avê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê Nîdal Mehmûd got : Ev kiryarên ne dirust bi neyaz û pilan e jib o ku pirsgirêk bi tevnên avê re çê bibin û asta avê kêm bibe , lê belê di 48 demjimêran de ev pirsgirêk hat çareserkirin û di 12 demjimêran de av gihîşt hemû deverên ku li ser wan kêm bû .
Herwiha heval Nîdal got : Em ji welatiyên herêma ku tevnên avê lê heye parestina tevnên avê dixwazin ji ber ku ew tevin jêdera avê yê ku ji hemû herêman re bi taybet xeta Sefan û Elokî , û dema ku çi pirsgirêk çê bin agahiyê bidin me ji bo ku li ser bê seknandin .
Nivîsgeha ragihandinê yê Girkê legê .