Desteya şaredariyan pirojeyên xwe yên girîng a sala 2017 dide herêmên rizgarkirî .
Piştî rizgarkirina herêmîn rizgarkirî , rêveberiya xweseriya demoqratîk karê lêkirin û xizmetê da ser milê xwe .Di vê derbarê de desteya şaredariyan û ekolojiyê li kantona cizîrê pirojeyên xwe yên girîng a sala 2017 dide herêmên rizgarkirî weke (Şedadê , Hol , Ceza , Tiltemir , Tilbirak , Tilhemîs , Cebel kezwan ) ji bo ku pêdivîyên wan herêman bi xizmet û lêkirinê re heye . Herwiha rêveberiyên desteyê bi awayekî gerdarî li ser wan herêman digere ji bo pêwîstiyên wan pêk bîne weke gera rêveberiya hunerzaniyê ji herêma Cebel kezwan re ji bo çi pêwîstiyên wan hebe ku pêk bînin .
Di vê derbarê de endizyar Birîn Mihemed wisa dibêje : Di çarçoveya vê bingavê de em du caran çûn herêma Cebel kezwanê û ji me re hat xwîyakirin ku pêwîstiyên vê herêmê bi xizmetê heye , ji ber vê yekê xalên sereke me dixwest ku em şaredariya herêmê vejîn bikin û dive em piran çêkin weke pira (Elxurda) ji ber ku ew pir gelek girînge û em pirojeyên cuda cuda lêkolîn dikin weke şopandin û çêkirina riyan û pirojeyên avê bi hevrêziya rêveberiya avê ji ber ku pêwîstiya vê herêmê bi avê heye .
Heval Birîn gotina xwe bi dawî kir û wisa got : Em mizgînî didin nişteciyên Cebel kezwanê ku herêma wan dikeve serekeya pirojeyên me yên sala 2017 .
Nivîsgeha ragihandinê li desteya şaredariyan û ekolojiyê (kantona cizîrê ) .