Rêveberiya desteya şaredariyan li ser sîstema hevserokatî semînerk lidarxist .
Hevserokatiya desteya şaredariyan û ekolojiyê Cozêf Lehdo û Sema Begdaş li ser sîstema hevserokatiyê û karên wan semînerk lidarxistin . Di civînê de hemp endamên rêveberiyên desteyê û beşên wê amide bûn . Di çarçoveya pirogramên ku bi awayekî gerdarî tê lidarxistin , endamên desteyê perwerde û semînerên fikrî (bîrdozî û meslekî ) di heftiyê de rojekê distînin . Herwiha hevseroatiya desteyê li ser rol û erkên sîstema hevserokatiyê semînerk lidarxist . Di semînerê de li ser xalên biryardayîna hevbeşî bi hevrêziya herdu aliyan û hilgirtina berpirsyarî û ked dayînê anîn ziman . Herwiha li ser erk û karên rêveberiyan û beşên wan û şopandina pirojeyên ên ku li ser tên seknandin û civînên bi awayekî gerdarî û rêxistinî ji bo endaman ango bi awayekî giştî ango bi awayekî cuda ji bo şopandin û nirxandina karên wan anîn ziman .
Nivîsgeha ragihandinê li desteya şaredariyan û ekolojiyê (kantona Cizîrê )