Nivîsgeha jinê bi rêveberiyên nivîsgehên jinên şaredariyan civînek lidarxist .
Nivîsgeha jinê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê bi rêveberiyên nivîsgehên jinê civînek lidarxist . Di civînê de hevserokatiyên şaredariyan ên kantona Cizîrê ji bo şopandina kar û çalakiya jinên şaredariyan amedebûn .
Civîn bi seknandinekê li ser giyana şehîdan dest pê kir . Piştre ji bo rewşa siyasî axeftin çêbû , herwiha cegira hevserokatiya desteyê Rûken Ehmed li ser rewşên siyasî yê ku li ser rojava tê meşandin anî ziman , û piştre raporên her şaredariyekê hat xwendin û li ser karên jinên şaredariya û çalekiyên wan hat şopandin û çi pirsgirêkên ku bi wan re çêdibin û guhdarkirina nivîsgeha jinê ji wan pirsgirêkan re û çareseriyan pêkbînin hat gotin . Di dawiya civînê de li ser konfiransa duyem a ku di demeke nêzîk de were lidarxistin û çalakiyên jinên şaredariyan jê re anîn ziman .
Hêjayî gotinê ku ev civîn her mehê rojek li desteya şaredariyan û ekolojiyê tê lidarxistin .
Nivîsgeha Jinê li desteya şaredariyan û ekolojiyê (Kantona Cizîrê) .