Nivîsgeha jinê bi jinên desteyê re ji bo şopandina karên wan civînek li darxist
Nivîsgeha jinê yê desteya şaredarî û ekolojiyê bi jinên tevahî beşên şaredariyê re ( ekolojî _ avî_ sûtemanî _ bazirganiya hinder û parestina mzaxtkaran_ rêxistin û saziya zaxros ) û şaxên wan (dîwan _diravî _ dadwarî û ragihandinê ) ji bo nirxandina kar û rêxistina wan civînek li darxist . Despêka civînê ji bo rihê şehîdan seknandineke bi coşî pêkhat û piştre ji bo rewşa rêxistinî ya jinên desteyê derbarê pirsgirêkên ku bi jinan re çêdibin û çareseriyekê ji bo jinan pêkbînin anîn zimên û di wê demê de reşnivîsa rêzikname yê girêdayî jinên şaredariyê hat xwendin û nêrînên wan di derbarê reşnivîsê de berbiçav hat girtin ji bo ku bigihînin kongira star. Piştre ji bo amedekirina konfiransa duyemîn a jinên şaredariyê li Rojava bakurê sûriyeyê yê ku di demeke nêzîk de were li darxistin anîn zimên .
Hêjayê gotinê ku ev civîn her 15 rojan li desteya şaredarî û ekolojiyê tê li darxistin
Ragihandina Nivîsgeha Jinê
Desteya Şaredariyan û Ekolojî ( Kantona Cizîrê )