Desteya şaredariyan bi nivîsgeha jinên şaredariyên bakurê Sûriyê re civînek lidardixe
Li kantona Cizîrê desteya şaredariyan û ekolojiyê bi nivîsgeha jinên şaredariyên Cizîrê û bi amedahiya şaredariyên Kobanê û Efrînê ji bo nirxandina karên wan nirxandina konfiransa yak u li Rimêlanê hat lidarxistin civîna xwe ya gerdarî lidarxistin .
Di civînê de hevserokatiyên şaredariyên kantonên Cizîr , kobanê û Efrînê û endamên nivîsgrha jinên şaredariyan amide bûn .
Civîn bi seknandinek li ser giyana şehîdan dest pê kir . Piştre ji bo nirxandina karên jinê di şaredariyan de û nirxandina konfiransa borî û pirojeyên ên ku xizmete gel û bi taybet jinê dike anîn ziman .
Herwiha ji bo rewşên siyasî yak u politîkên derve li ser Rojava tên meşandin û her kes li gorî bercewendiyên xwe kar dike û çawa ku dewleta Turkiyê fidraliyê napejirîne ji ber ku bercewendiyên wê pêk nayîne û armancên me ku hemû pêkhatî (Kurd , Ereb, Siryan )di pêşxistina civakê de beşdarbin û biratiya gelan anîn ziman .
Piştre nûnerên kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê dest bi tekmîlê kirin . Di tekmîlê de karê jinên şaredariyan bi giştî piştî konfiransa borî heta dema niha bi taybet rêxistina hevserokatiya şaredariyan û rewşa rêxistina jinê û parestina mafê wan û pirojeyên ku hat kirin anîn ziman .
Herwiha reşnivîsa rêziknameya jinê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê hat xwendin , û ji bo giringiya pirojeyan û baş li ser werw seknandin ji bo ku bi serkeve û bi pêşkeve û çareseriyan ji pirojeyên sala borî re bibînin anîn ziman , û pêşinyar kirin ku pirojeyên yên ku xizmete herêmê neke bikar neynin û dive ji bo zarokên jinên şaerdariyan re pêşdibistan avabikin .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê
- (kantona Cizîrê)