Li Qamişlo bi serperişiya rêveberiya avê xeteke avê gihaştin xeta Ş.Serhed
Li rojhilata bajarê Qamişlo bi serperişiya rêveberiya avê li desteya şaredariyan û ekolojiyê pirojeya gihaştina xeteke avê bi xeta komîna Ş. Serhed re pêk hat .
Piştî ku alavên pirojeyê yên pêwîst hat bidestxistin û bi alîkariya karmendên pispor rêveberiya avê xeteke avê bi dirêjiya (50) m û bi ferehiya (90) c m gihaştin navçeya komîna Ş. Serhed ji bo ku asta avê bilind bibe .
Hêjayî gotinê ku ev navçe av ji istatyona Hilêliyê ve bidestdixe û digihêje navçeya rojhilat û beşek ji navçeya rojava yê bajarê Qamişlo .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojiyê (kantona Cizîrê ) .