Li Serêkaniyê beşa agirkojiyê bi erkê xwe radibe
Li Serêkaniyê beşa agirkojiyê yê şaredariya gel agir bi malekê li taxa westegeha bakurê bajêr ketibû vemirand. Sedema vêxistina agir teqemaniyek di qenîna gaze de çêbû .
Di vê derbarê de endamê komîteya awirteyan ê şaredariya gel heval Îso got : Komîteya awirteyan karê xwe bi temamî rabû û rê ku agir li hemû odeyan belav bibe girt . Herwiha encama vê bûyerê destê zarokekî şewitî ji ber vê yekê ew zarok birin nexweşxaneyê û beşek ji alavên male hat şewitandin .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel (Serêkaniyê)