Rêveberiya xweser hevserokên şaredariyên kantona Cizîrê xelat dike
Serokêencûmena cîbcînerê û hevserokê desteya şaredariyan û ekolojî hemû hevserokên şaredariyên kantona Cizîrê xelat kirin .
Di vê derbarê de heval Hesen Koçer li ser rewşên siyasî û girîngiya pêvejoya ku em tê de derbas dibine axivî .
Her wiha hevserokê desteya şaredariyan û ekolojî Cozêf lehdo daxweniyek da û li ser kedên hevserokan li gorî derfetên kêm tekez kir. Piştre serokê encûmena cîbcînerê Ebdilkerîm Saroxan û şêwermendên desteya şaredariyan heval Şîlan û Heval Roz Tolhildan li ser rola hilbijartina encûmenên rêveberiyên xwecihî û rola jinê di mile rêvebertî , siyasî û leşkeriyê de anîn ziman .
Di dawiyê de hemû hevserokên şaredariyên bajar , bajarok û gundan bi diyariyan xelat kirin.
Nivîsgeha ragihandinêyê desteya şaredariyan û ekolojî