Şaredariya Qamişlo ya navdar bi pirojeya coka avê yê ku ji Nisêbînê ve di riya cokên vekirî de tê rabûn .
Ev piroje ji du pêvejoyan pêk tên. Armanca vê pirojeyê ku avên şor yên ku di riya cokên vekirî de di nava taxên malepir de bi taybet malên li derdora hîzamê ji aliyê bakurê bajarê Qamişloyê ve ji bo ku rê li bihna gene û nexweşiyê bigirin ev piroje hat pêkanîn .
Herwiha nirxê vê pirojeyê di pêvejoya yekemîn de /100/ milyon w.s ye . ev cok ji cokeke çargoşe û bêtunkirî pêk tê.
Dirêjiya coke /585/ m ji coka çargoşe yê ku hinder hîzamê bi dûrahiya /80/ m ji dewara Osman sebrî dest pê dike û li coka ava deriyayê bi dawî dibe û kûrahiya kolandinê bi /2,55/m jorî ziftê dest pê dike û /3,65/ m li coka ava deriyayê bi dawî dibe.
Dema pêkanîna vê pirojeyê sê mehin .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariyên Qamişlo .