Li şaredariya mezin a Qamişlo rêveberiya avê du piroje li Elaya û Om Elfirsanê pêkanîn .
Ji ber ku welatiyên bajarê Qamişlo ji qutbûna avê astengiyê dikşînin rêveberiya avê yê Qamişlo li taxa Elaya û Om Elfirsan pirojeya dirêjkirina tevna avê pêkanîn .Herwiha li taxa Elaya tevneke avê yê nû bidirêjiya /80/m û firehiya /90/m m di sê rojan de hat dirêjkirin û li taxa Om Elfirsanê rêveberiyaavê bi alîkariya şaredariya Qamişlo kolan kolandin û tevneke avê bi dirêjiya /100/ m û firehiya /90/mm û /75/mm dirêjkirin .
Di vê derbarê de hevserokatiya rêveberiya avê yê Qamişlo li ser keda rêveberiya avê yê Çil axayê û şaredariya Qamişlo tekez kir û got :Pirojeya Om Elfirsan di pilanênrêcîma /Bais / de hebp , lê belê ji ber pirsgirêkên siyasî nehat pêkanîn û gelek piroje hene di demên pêşde dê bên pêkanîn.
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya Qamişlo .