Ji bo tevgera li ser riyan şardariya Dêrîkê bi bingava qîrkirina kolanên Dêrîkê radibe
Şaredariya gel a Dêrîkê li kantona Cizîrê ji bo başbûna tevgera erebeyan bingava qîrkirina riyên ên ku pêwîstiyên wan bi çaksazkirinê hene dest pê kir . Herwiha li gorî xwestekên komînên tax û gundên Dêrîkê û bi alîkarî û hevrêzî di navbera komînan û şaredariyê de şaredariya gel riyên taxan û gundên vedigere wan qîr kirin .
Di vê derbarê de hevserokê şaredariya gel Ebdilmesîh Coco ji ragihandina şaredariyê re wisa got : Me berî heftiyekê bi bingava qîrkirina riyan dest pê kiriye û di demê navber de me hawirdora başûrê bajêr riya Dêrîê _ Qamişlo bi dirêjiya /600/m û behnahiya /9/m û stûrahiya /7/cm bi nirxê /6/ milyon w.s yê .
Coco gotinê xwe berdewam kir û got : Bi alîkariya welatiyên komîna gundê Qesir Dîbê me riya gund bi dirêjiya /3,7/ km û pehnahiya /3/m stûrahiya /7/cm e . Ev rê , riyeke sereke ye yê ku gund bi riya Dêrîk ve girêdide .
Herwiha nirxê pirojeya riya Qesir Dîb /7/ milyon w.s yê û qasiya qîrê /800/m kap e , û yê ku li ser pirojeya qîrkirinê serperîşî kir hunersaziyên şaredariyê û komîteyek ji saziya rojava yê xizmetê û zabîteya şaredariyê ne . Di derbarê vê pirojeyê de Coco nîşa kir û got : Me riya Borze bi dirêjiya /3/km bi heybera qîrê pine kir û bingava qûrkirinê berdewam e heta ku hemû tax bi dawî bibin .
Nivûsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Dêrîkê .