Bingava belavkirina selikên xwarinê li ser welatiyên Elmalhayê yê ku vedigere Dêrezorê pêk hat
Bi insiyatîfa şaredariya gel a Hisiçayê û beşên wê weke rêveberiya avê , şaxê pêjiyanê û zabîteyî û bi hevrêziya Tevdemê û encûmena bazirgeha Elhal û bi alîkariya asayîşa Hisiça bingava belavkirina alîkariyê li penaperên Elmalha yên ku ji Dêrezorê penaper bûne pêk anîn.
Herwiha girûpa şaxê pêjiyanê derdorê /1000/rebite nan û zebze û ava vexwarinê û tiştên xwarinê belav kirin û xezanên avê dagirtin.
Ev bingav ji bo pêwîstiyên penaperan ji xwarin û avê pêk hat.
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Hisiçayê