Rêveberê wstegeha bendava Sefanê Ebdela Mihemed ava westegehê piştî du rojan qut bûbû hate helênckirin
Ji bo bilindbûna asta Amoniya di avê de westegeha bendava Sefanê piştî du rojan qut bûbû hate helênckirin.
Ev westegeh avê li heft bajarên kantona Cizîrê helênc dike weke : Qamişlo , Tirbê spê , Girkê legê , Rimêlan , Çil axa û beşek ji Dêrîkê ve.
Di vê derbarê de rêveberê westegeha bendava Sefanê Ebdela Mihemed wisa got : Ji bo ne paqijbûna avê ji ber ku asta Amoniya di avê de bilind bûye me westegeh du rojan sekinand, herwiha ji bo ku di vê demsalê de heyberên bermahiyê pir dibin.
Ebdela gotinê xwe berdewam dike û dibêje : Piştî lêkolînê me asta paqijkirinê bilind kir ji bo ku rê li vê pirsgirêkê bigirin , ji ber vê yekê me westegeh du rojan sekinand û roja çarşemê westegeh hat vêxistin û ji bo paqijkirina avê em lêkolîna xwe berdewam dikin û dişopînin heta ku ev pirsgirêk tune dikin.
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya Zerganê .