Li taxa Ş.Xebat pirsgirêka coka avê hate çareserkirin.
Şaredariya gel a Dêrîkê di pirojeya dirêjkirina tevna coka avê de li taxa Ş.Xebat li ser riya Xirbit Ednan bi dirêjiya /200/m e berdewam e .
Piştî ku nişteceyên taxê astengî ji coke avê didîtin û li ser xwesteka komîna taxê , şaredariya gel a Dêrîkê di vê pirojeyê de berî /20/ roja dixebite . Nirxa pirojeyê /6/ milyon w.s .
Armanca pirojeyê ku pirsgirêkên welatiyên taxê çareser bikin û xizmetê ji wan re pêşkêş bikin ji ber ku ev piroje xizmete /200/ malbatan dike.
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Dêrîkê.