Şaredariya gel a Dêrikê li /400/ zarokên kampa Newroz a penaoerên Şingalê diyariyan belav dike
Di bin dirûşmeya ( Zarokên me hêviyên pêşeroja me ne ) serperîşiya giştî ya şaredariya gel a Dêrikê Masîdar Masîro û qumîteyek ji endamên şaredariyê seredana kampa Newroz li kantona Cizîrê kirin .
Her wiha diyarî li /400/ xwendekar keç û kur ên dibistana kampê hat belavkirin.
Her wiha bi amedebûna mamoste û endamên kampê qumîteya şaredariyê seredana hinek malbatên kampê kirin .
Di vê derbarê de Masîdar Masîro wisa got : Armanca me ji vê pêvejoyê ku sersala nû li penaperan pîroz bikin û pirsgirêkên wan bizanibin û diyariyan li zarokên kampê belav bikin ji bo morale wan bilind bikin û kêfxweşî di dilê wan de biçînin û alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin.
Her wiha Masîro berdewam kir û got : Qumîteya me dê seredana hemû sazî û malbatên şehîdan û kampa Roj bike û pirsgirêkên gel ber bi çav bigre .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Dêrikê