Desteya şaredariyan û ekolojî rêya gundê jinê ( Jinwar ) dê avabike
Desteya şardariyan û ekolojî li kantona Cizîrê piştî seredana gundê jinê hemû teklîfeyên taybet ji bo çêkirina rê ji gundê Jinwar re xwe pêşinyar kir .
Gundê Jinwar ji hêla rêxistina jinê tê birêvebirin û ji fikir û felsefeya serok APO xwe bi pêş dixe .
Her wiha aboriya gund li ser berhemên ku jin bidest dixe dispêr e , her weha li gund nêzî /30/ mal tê de heye û /200/ kes tê de dijîn û di demên pêş de dê dibistan , ekadimiya zanistî û nexweşxane tê de bên vekirin .
Nivîsgeha ragihandinê yê desteya şaredariyan û ekolojî