Ji ber ku dîroka mezaxitkirinê bidawî bûbû /1/ tun ji heyberên xwarinê hat tunekirin
Li Hesekê beşa pêjiyanê ya şaredariya gel a Hesekê di çarçoveya gerînê de li bazargeha navend a taxa Elmişêrfa /1/ tun ji heyberên xwarinê ji bo ku dîroka mezaxitkirinê bidawî bûbû hat tunekirin . Her weha endamên pêjiyanê li gorî zagonê bi erkên xwe rabûn û heyberên ku hatin musaderekirin jî ev in : /562/ terd şîrikin , /3/ terd liqûm in , /23/ terd helawa ne her terdek /42/ qutûk e û /8/ terd ji macî ye her terdek ji /12/ qutêk pêk tê .
Her wiha ev heyber li gelêşgehê hatin tunekirin û xwediyên wan hatin mûhasebekirin û hatin hişyarkirin ku careke din li dîroka mezaxitkirinê vegerin ji bo ewlehiya mezaxitkeran biparêzin .
Nivîsgeha ragihandinê yê şaredariya gel a Hesekê