Li Hesekê bingava paqijiyê bi nave ” Dest bi dest emê bajarê xwe paqij bikin ” berdewame .
Beşa ekolojî û paqijiyê yê şaredariya gel a Hesekê di bingava paqijiyê de bi nave ( Dest bi dest emê bajarê xwe paqij bikin )ê ku desteya şaredariyan û ekolojiyê bi rêxistiye berdewam dike .
Herwiha îro sibê li taxa Elezîziyê bi hevrêziya komînên taxê karmendên ekolojî û paqijiyê dest bi bingava paqijiyê kirin . Ev bingav ji cadeyasereke ya rêveberiya avê dest pê kir heta nexweşxaneya niştîmaniyê berdewam bû , û piştre hemû cade û bexçeyên taxê hat paqijkirin û ew gemar û xulî kom kirin û avêtin gelêşgehê .
Di dawiyê de ji hemû welatiyên Hesekê hat xwestin ku gemarê navêjin jiyangehê û hewil bidin ku bajarê wan paqij bibîne .